HSD li Baxozê 1 K.M bipêş dikeve
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, hêzên wan kîlometoyekê li Bajarê Baxozê bi pêş ve çûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, hêzên wan kîlometoyekê li Bajarê Baxozê bi pêş ve çûne.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ji K24ê re ragihand, HSDê li Baxozê li du eniyên şer bi pêş ve çûye û şerekî giran li wê navçeyê berdewam dike.
Amaje bi wê yekê jî, ta niha 3 şervanên HSDê di şer de birîndar bûne, lê ti zanyarî derbarê ziyanên DAIŞê de tune ne.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê duhî ragihandibû, dawî operasyona li dijî devera di bin kontrola DAIŞê de li Baxoz destpê kir.
Balî destnîşan kir, piştî azadkirina xelkê sivîl ji Baxozê û bêderfetkirina DAIŞ ku bikaribe sivîlan wekî mertalên zindî bikar bîne, operasyona rizgarkirina tevahiya Baxozê destpê kir.
Ji roja 9ê Sibata bûrî ve dorpêça HSDê li ser Baxozê tund bûye û ji wê demê ve zêdetir ji 15 hezar sivîl û malbatên DAIŞê ji wî bajarokî hatin derxistin. Herwiha hejmarek ji çekdarên DAIŞê jî xwe radestî HSDê kiribûn.
S. B