Navendeke Yasayî: 2 hefte ne çarenivîsa parêzgerekî Efrînê ne diyar e
Li Efrînê grûpeke çekdar parêzerê Kurd Mihemed Bilal ji du hefteyan ve û ta niha çarenivîsa wê ne diyar e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Efrînê grûpeke çekdar parêzerê Kurd Mihemed Bilal ji du hefteyan ve û ta niha çarenivîsa wê ne diyar e.
Navenda “Lêkolîn” a Vêkolînên Yasayî belav kir, grûpeke çekdar ji ber du hefteyan ve parêzer Mihemed Bilal ji mala wî ya li Efrînê revandine û ta niha sedema revandinê û çarenivîsa wî ne diyar in
Wê navendê da zanîn, parêzer Mihemd Bilal ji navçeya Şiyê ya Efrînê ye û jidayikbûna sala 1971an e, derçûyê kolîja Yasayê ya Zanîngeha Helebê ye û endamê Sendîkaya Parêzerên Sûrî ye.
Navenda Vekolîn ku navenda wê li Almanyayê ye, revandina parêzer Mihemed Bilal şermezar kir û berpirsatiya selametiya wî xiste milê civaka navdewletî û rêxistinên wê kir û jê daxwaz kir, parêzer Mihemed Bilal bê berdan û tawanên li Efrînê dibin bidawî bên.
Wê navendê amaje bi wê yekê kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji dema dagîrkrina Efrînê ve girtin, revandin, dizî, destdanîna ser mal û milkên xelkê û guhartina demografî li Efrînê dikin, ku ev bi xwe jî tawanên qirkirina etnîkî û li dijî mirovahiyê ne.
S. B