Li Wanê panelek li ser tevgera Barzaniyan hat lidarxistin

Li Wanê, ji aliyê lêkolîner û rewşembîrên Kurd ve, li ser şopa têkoşîna neteweyî ya Kurd ya Barzaniyan û Mezinên Kurdan paneleke hat lidarxistin.

 

K24 – Wan

Li Wanê, ji aliyê lêkolîner û rewşembîrên Kurd ve, li ser şopa têkoşîna neteweyî ya Kurd ya Barzaniyan û Mezinên Kurdan paneleke hat lidarxistin. Panela bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, serokeşîrên Kurd û lêkolîner rewşembîrên Kurd hat lidarxistin de, bal hat kişandin ku ji Ebdulselam Barzanî heta niha Barzaniyan di têkoşîna neteweyî de şop hiştine û bi Mele mistefa Barzaniyê Nemir re jî ew têkoşîn gihiştiye merheleya hişyariya gel.

Li Wanê panelek ku ronahî dide, têkoşîna neteweyî ya Kurd ya di 100-120 salên dawî de hatine kirin hat lidarxistin. Di panelê de, serhildana Şêx Evdilselam Barzanî, Şêx Seîdê Pîran, jiyan û têkoşîna Mele Mistefa Barzaniyê Nemir û şopa ku mezinên Kurdan ji bo azadiya welat û neteweya Kurdan hiştine hat ravekirin. Nivîskar, lêkolîner û helbestvanan balê kişandin li ser mikûrbuyîna neteweperî ya gelê Kurd û xwedîlêdeketina pêşeng û pêşawayên xwe.

Nivîskarê Lêkolîner Mehmet Konûk, bal kişand li ser sedemên darvekirina Evdilselam Barzanî ku wê demê Mele Mistefayê Nemir hej 12 salî bûye û wê rûdana dilêşiyê bi matmayî dîtiye. Konûk bal kişand ku welatê Kurdan Kurdistan, ji aliyê dewletên dagirker û hewildoriyê ve çewa ku bi êrişan re rûbirû maye, pêşeng û têkoşerên gel û welatê Kurdistanê jî wisa bi zehmetiyan re têkoşîn û hişyariyê domandine.

Nivîskarê Lêkolîner Mehmet Konûk ji K24ê re wiha axivî: "Bi qenaeta min, di vê sedsala dawî de planeke dagirkeraya ku naxwazin gelê Kurd bi dîroka xwe bizanin. Lê belê divê rikberî wan Kurd dîroka xwe bizanibin. Ji ber vê yekê pêwistî heye ku em rêberên xwe, şahîdên xwe yên ku dirêya Kurd û Kurdistanê de rihê xwe, canê xwe dane; em wan bibîr bînin. Em ji wê rêbaza wan jixwere sûd bistînin û bikine rehber da ku siberojeke azad û welatekî serbixwe bidest bixin."

Panel bi panelîstiya lêkolînerê Kurd Kerem Serhedî, Nivîskarê lêkolîner Mehmet Konûk, Rêvebirê Komeleya Şêx Seîd û neviyê Şêx Seîd Mehmet Qasim Firat, Helbestvan Şêx Mîzbeh û Zînet Dînçer û bi moderatoriya Hiqûqnas û Siyasetmedarê Kurd Sitki Zîlan birêve çû.

Serokeşîrê Eşîra Berazan Xelîl Bozan Şahîn jî diyar kir ku şopa azadîxwazî û welatperweriya Barzaniyan di 120 salên dawî de berdewam buye û gihiştiye Serok Mesûd Barzanî. Bozan Şahîn da zanîn ku lidarxistina xebatên wiha girîng e.

Mîrê Eşîra Berezan Mesûd Bozan Şahîn got: " Ez gelek kêfxweş im ku Serokeşîrên Kurdên Bakur û welatî pêkve li vir in. Ji Wanê, ji Rihayê, Colemêrgê û Mêrdînê, ew qas kes hatine û negotine rê dûr e, berf e, serma ye, ew jî nîşan dide ku Mele Mistefa Barzanî di rihê me hemûyan de ye."

Di panelê slayteke ku jiyana Şêx Ebdulselam Barzanî, Mele Mistefa Barzaniyê Nemir û pêşengên Kurdan dihevan hat pênîşandan. Panel bi behskirina dîrok û serpêhatiyên pêşengên Kurdan gihişt encam û xilas bû.