Amerîka û Rûsya operasyonên xwe li Sûriyê gotûbêj dikin

Ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê, Serokerkanê Artêşa Amerîka Joseph Dunford û hevpostê wî yê Rûsî Valery Gerasimov li Viennayê dicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê, Serokerkanê Artêşa Amerîka Joseph Dunford û hevpostê wî yê Rûsî Valery Gerasimov li Viennayê dicivin.

Peyvdarê Desteya Erkana Hevbeş a Amerîka Patrick Ryder ragihand, biryar e îro li Viennayê Serokerkanê Artêşa Amerîka Joseph Dunford û hevpostê wî yê Rûsî Valery Gerasimov bicivin û behsa birêveçûna operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî û yên Rûsî li Sûriyê bikin, ji bo dûrketina ji rûbirûbûya her du aliyan.

Herwiha da zanîn, Dunford û Gerasimov  dê behsa pêşeroja pêwendiyên leşkerî yên Amerîkî û Rûsî li Ewropayê û rewşa niha ya ewlehiya cîhanê bikin.

Amerîka di 19ê meha Berçileya 2018an biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê da, lê di piştre got ewê 200 leşkerên xwe li rojhilatê Firatê bihêlin.

Şam û Moskoyê di daxuyaniyeke hevbeş de daxwaz ji Amerîka kiribû, tevahiya hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, ji ber ku hebûna hêzên Amerîkî li Sûriyê ne rewa ye.

 

S. B