Sûiye xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê li Idlibê topbaran dike
Di dema dawiyê de artêşa Sûriyê dest bi êrîşa ser baregehên opozîsyona Sûriyê li başûrê parêzgeha Idlibê kiriye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di dema dawiyê de artêşa Sûriyê dest bi êrîşa ser baregehên opozîsyona Sûriyê li başûrê parêzgeha Idlibê kiriye.
Ajansa “al-Arabiya” belav kir, şeva bûrî artêşa Sûriyê xaleka çavdêriyê ya artêşa Tirkiyê li Idlibê topbaran kir, li ser vê bûyerê jî Tirkiyê daxwaza piştevaniyê ji firokxaneya Incirlîkê kir.
Ji aliyekî din ve, jêderekî ji artêşa Sûriyê ji “Sputnik” re da zanîn, çekdarên Desteya Tehrîr Şamê (Nusraya berê) û grûpa Ecnad Qoqazê li nêzîkî bajarokê Ebû Zihûr li başûrê Idlibê amadekariya êrîşekê dikin û xwe di siya xala çavdêriya ya artêşa Tirkiyê diparêzin, wan jî ew dever topbaran kiriye.
lê li ser êrîşa li ser xala çavdêriyê ya artêşa Tirkiyê ne hikûmeta Sûriyê û ne jî hikûmeta Sûriyê ti daxuyaniyeke fermî nedane.
Li gor lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê di civîna Astana 6 de û di çarçova rêkeftina “Kêmkirina aloziyan” li Sûriyê artêşa Tirkiyê 12 xalên çavdêriyê li parêzgeha Idlibê ava kirin.
S. B