Baxoz.. 1600 çekdar û malbatên wan xwe radestî HSDê dikin

Şer û pevçûnên li baxozê dawî berîka DAIŞê li Dêrazorê berdewam e û ligel wê bi hezaran çekdarên DAIŞê û malbatên xwe, xwe radestî HSDê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şer û pevçûnên li Baxozê dawî berîka DAIŞê li Dêrazorê berdewam e û ligel wê bi hezaran çekdarên DAIŞê û malbatên xwe, xwe radestî HSDê dikin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên mirovan belav kir, şeva bûrî firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî devera di navbera baxçeyên Baxozê û kampê bombebaran kir, ji bo tevgera çekdarên DAIŞê rawestîne û nikarbe êrîşî bike.

Herwiha diyar kir, her duhî jî hezar û 600 kes bi barhilgiran ji Baxozê derketin û xwe radestî HSDê kirin, di nava wan de 300 çekdarên DAIŞê hebûn.

Rewangehê da zanîn, derketina wan Baxozê li ser daxwaza serkirdeyên DAIŞê bû û piraniya wan ji regezên Iraqî, Tirkistanî û welatên ji Asyaya Navîn in.

Amaje bi wê yekê jî kir, tê çaverêkirin jî, îro jî çekdarên DAIŞê ligel malbatên xwe ji Baxozê derkevin û xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bikin.

Rewangehê diyar kir, ji meha Berçileya 2018an ve, zêdetir ji 52 hezar kesî ji Baxozê derketine.

 

S. B