Li Efrînê di teqînekê de 3 kes birîndar bûn
L i navenda bajarê Efrînê bombeyek teqiya û di encamê de, sê kes birîndar bûn û gelek ziyanên madî bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
L i navenda bajarê Efrînê bombeyek teqiya û di encamê de, sê kes birîndar bûn û gelek ziyanên madî bûn.
Jêderekî ji Efrînê re da zanîn, şeva bûrî bombeyek li kolana Siyasiyê li li navenda Efrînê teqiya û sê kesên sîvîl birîndar bûn.
wî jêderî amaje bi wê yekê kir, ji ber bihêzbûna teqînê, gelek ziyan gihîş dikan û malên li wê kolanê.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve gelek teqîn li nava Efrîn û gundên hatine encam dane, çalakvanên Efrînê jî dibêjin, armanc ji wan teqînan ew e, rewşeke ewlehiyê ya xirap çê bibe û xelk ji Efrînê koçber bibe.
S. B