YNK kandîda Serokatiya Parlemantoyê diyar dike

Endama Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Nermîn Osman dibêje, Encûmena Serkirdatiya YNKê di du rojên bê de kandîdê posta Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê yekalî dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endama Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Nermîn Osman dibêje, Encûmena Serkirdatiya YNKê di du rojên bê de kandîdê posta Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê yekalî dike.

Nermîn Osman ji K24ê re got: “Encûmena Serkirdatiya YNKê di civînekê de kandîdek ji bo posta Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê hildibijêre û tenê Rêwas Fayiq û Pêgerd Talebanî kandîdê wê postê ne.”

Diyar kir jî, hemû postên ji hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dest YNKê dikevin, ji aliyê Encûmena Serkirdatiya YNKê ve tên destnîşankirin, eger e jî di civîna bê de kandîd ji bo hemû postan bên yekalîkirin.

Tekez kir jî, YNK bi rêkeftina siyasî ya bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re pabend dibe.

Roja 18ê Sibata bûrî Parlemantoya Kurdistanê bê beşdariya Firaksiyona YNKê civiyabû û Desteya Serokatiya Parlemantoyê hilbijart û ji ber ku Serokatiya YNKê ji pişka YNKê, Parlemantoyê Vala Ferîd ji Fraksiyona PDKê wek serokeke demkî hilbijart, heta YNKê beşdarî civîna Parlemantoyê bibe û kandîdê xwe diyar dike.

Roja 4ê Adarê PDK û YNKê rêkeftineke siyasî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di navbera xwe de îmze kiribûn, tê çaverêkirin Fraksiyona YNKê jî beşdarî civîna Parlemantoyê bibe.

 

S. B