Projeyeke 35 ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge amade ye

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ragihand, rêkeftina siyasî ya di navbera PDK û YNKê yek ji xalên pirsa yekxistina hêzên Pêşmerge ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ragihand, rêkeftina siyasî ya di navbera PDK û YNKê yek ji xalên pirsa yekxistina hêzên Pêşmerge ye. 

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer li perawîza şeşemîn Dîdara Silêmaniyê ragihand, dibe ku şerê leşkerî li dijî DAIŞê bidawî hatibe, lê hîna şerê hizrî li dijî hizr û bîrokeyên DAIŞê bidawî nebûye.

Got jî, heta niha 44 Pêşmergeyên Kurdistanê winda ne û ger û dûvçûn ji bo dîtina wan Pêşmergeyên windayî li Iraq û Sûriyê berdewam e ji bo zanîbûna çarenivîsa wan û hêvî dikin ku wan bi zindî bibînin.

Got jî, Wezareta Pêşmerge kar li ser yekxistina hêzên Pêşmerge dike û ji bo wê mebestê jî projeyeke 35 xalî hatiye amadekirin.

Amaje bi wê yekê kir, çaksazî li Wezareta Pêşmerge heye û kar li ser wan xalan dike, ji wan hemûyan jî girîngtir, yekxistina hêzên Pêşmerge ye.

Aşkere kir jî, rêkeftina siyasî ya di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê yek ji xalên pirsa yekxistina hêzên Pêşmerge ye. 

Yekîneya 70 a hêza Pêşmerge ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve ye û Yekîneya 80 jî ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve ye, niha di çarçova proseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge gavên yekgirtina wan di yek hêzê de tên avêtin.

 

S. B