Washington naveroka pêwendiya telefonî ya Pompeo û Serok Barzanî aşkere dike

Wezareta Derve yê Amerîka pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi girîngî dibîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve yê Amerîka pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi girîngî dibîne.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka Robert Palladino ji rojnamevanan re ragihand, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo tekezî li girîngiya pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, ku daxwaza gelê Kurdistanê bicih bîne.

Palladino got, Pompeo di pêwendiya telefonî ya bi Serok Barzanî re pesnê rola Serok Barzanî ji bo pêşvebirina pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de kir.  

Amaje bi wê yekê jî kir, Wezîrê Derve yê Amerîka gefên DAIŞê li ser Iraqê venaşart û tekezî li pabendbûna Washingtonê bi karê bi Bexda re yê li ser daxwaza hikûmeta Iraqê kir ji bo jinavbirina DAIŞê.

Pêştir malpera Serok Barzanî belav kiribû, êvara roja Duşemê 5ê Adarê Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi riya telefonê pêwendî bi Serok Barzanî re kiribû.

Di wê pêwendiya telefonî de dawî pêşhat û rewşa siyasî ya Iraqê gufûto kiribûn.

Di dawiya meha Cotmeha 2018an Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê encamên hilbijarinan ragihand û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yekemê hilbijartinan derket û 45 kursiyên Parlemantoyê bi dest xistin.

Gavên pêkanîna kapîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tên avêtin û di wê derbarê de roja 4ê Adarê PDK û YNKê li Hewlêrê rêkeftineke siyasî di navbera xwe de îmze kiribûn.

 

S. B