ENKS: PYD bi kiryarên revandin û eşkencedanê, xwe rûreş dike

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê revandin û eşkencedana endamekî PDK-Sê ji aliyê asayişê ve şermezar kir û ragihand, “PYD bi van kiryaran tenê rûreşî û şermezariyê dibîne.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê revandin û eşkencedana endamekî PDK-Sê ji aliyê asayişê ve ragihand, “PYD bi van kiryaran tenê rûreşî û şermezariyê ji xwe re tîne.”

ENKSê di daxuyaniyekê de da zanîn, “Roja 5 Adarê girûpeke çekdar a ser bi PYDê ve Endamê Komîta Herêmî ya Partiya Demkrat a Kurdistanê - Sûriya (PDK-S) Cinêd Seyid Mecîd ji pêş mala wî li bajarokê Girkî Legê revand û ji bo cihekî nedyar bir û bi şêweyekî hovane ew eşkence dan, di encamê de rastî ziyanên canî hat û piştî gef û îhanetkirinê jî, ew bi şevê û di rewşeke xirap de danîn ser sînorê Herêma Kurdistanê.”

ENKS di daxuyaniya xwe de herweha dibêje, “Berdewambûna PYDê bi binpêkirin û kiryarên dûrî rewşit û sincên mirovatiyê di derheqê ENKS û alîgirên wê de bi mebesta xistina tirsê di dilê xelkê di mehê de ye, meha Adarê ya pir bone û helkeftên niştîmanî û vejandina çalakiyan. Ti carî PYDê bi kiryarên xwe sûdê nabîne û ji bilî rûreşî, nerazîbûn, şermezarî, rexne û riswakirinê ji wan re nabîne.”

ENKS di dawiya daxuyaniya xwe de kiryara xirab ya di derheqê endamê PDK -Sê de şermezar kir û ji PYDê xwast ku dest ji kiryarên weha berde. Herwiha bang li rêxistinên mirovî, yasayî û yên aliyên pê re kar dikin kir, guvaş û fişarê li ser PYDê bikin, da ku ji van kiryarên li dijî perensîpên mafên mirovan dûr bikeve.

 

S. B