Serok Barzanî pêşwaziya şandek bilind a Amerikayê kir

Di hevdîtinê de şanda mêvan silavên Mike Pence Cîgirê Serokê Amerîka bi Serok Barzanî gihandin û her wiha tekezî li wê yekê kirin ku Cîgirê Serokê Amerîka pêzanîneke zêde ji bo Herêma Kurdistanê li parastina pêkhatên neteweyî û olî de heye

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî û Emerîka tekez dikin ku pêwîste gerentiya vegera awareyan û paşeroja wan li navçeyên wan bê kirin.

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke bilinda Wezareta Derveyê Amerîka kir ku ji Denis Natalî Alîkar a Wezîrê derve yê Amerîka û Berpirsa nivîsîngeha nakokiyan û operasyonên aramiyê , û Andro Pek Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Îran û Iraqê û Steven Fagin Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên Wezareta Derveyê Amerîkayê pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de şanda mêvan silavên Mike Pence Cîgirê Serokê Amerîka bi Serok Barzanî gihandin û her wiha tekezî li wê yekê kirin ku Cîgirê Serokê Amerîka pêzanîneke zêde ji bo Herêma Kurdistanê li parastina pêkhatên neteweyî û olî de heye.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Cîgirê Serokê Amerîkayê kir. Her wiha pêzanînên xwe ji bo xwemxurî û têbiniyên Cîgirê Serokê Amerîka ya li ser pêkhatên neteweyî û oliyên Iraqê hebû.

Her li vê civînê de rewşa koçberan û navçeyên azadkirî hate nirxandin û her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku pêwîste asayîş û aramî û xizmetguzarî li navçeyên wan bê dabîn kirin û vegerandina koçberan û paşaroja wan bê mîsoger kirin.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê metirsiyên terorê û pêwîstiya şerê hemû aliyên hizra tundiyê li Iraqê û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

 

 

C.B