Serok Barzanî bi egera roja navneteweyî ya jinan, peyama pîrozbahiyê ragihand

Serok Mesûd Barzanî destnîşan kiriye, ku jin a Kurd di bidestxistina mafên gelê Kurdistanê û têkoşîna Kurdistanê de xwedî rolek giring e

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî bi egera Roja Navneteweyî ya Jinê, liser account a xwe ya Twitterê peyamek pîrozbahiyê weşand û bal kişand rola jina Kurd di têkoşîna Kurdistanê de.

Serok Barzanî nivîsandiye: “Ez roja navneteweyî ya jinê, li jinên cîhanê û Kurdistanê pîroz dikim”.

Serok Mesûd Barzanî destnîşan kiriye, ku jina Kurd di bidestxistina mafên gelê Kurdistanê û têkoşîna Kurdistanê de xwedî rolek giring e”.

Di Twitt a xwe de Serok Barzanî ragihandiye: “Di roja navneteweyî ya jinê de, ji carek din bibîr anîna rol û giringiya jinên Kurdistanê di bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê û têkoşîna wan a dadweriyê ji bo Kurdistanê, rêzên xwe carek tînim ziman. Di roja navneteweyî ya jinê de, pîrozbahiyên xwe arasteyî jinên cîhanê û Kurdistanê dikim”.

 

 

C.B