Heyder Şeşo: Nabe Şingal bibe qurbaniya planên Heşd, Tirkiye û Îranê

Serokê Partiya Demokrat a Êzidî û Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê bû û derbarê rewşa Şingalê de ragihand, ew hêvîdar in Herêma Kurdistanê rê nede Şingalê bibe qurbaniya planên siyasî yên Heşda Şeibî, Tirkiyê û Îranê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Demokrat a Êzidî û Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê bû û derbarê rewşa Şingalê de ragihand, ew hêvîdar in Herêma Kurdistanê rê nede Şingalê bibe qurbaniya planên siyasî yên Heşda Şeibî, Tirkiyê û Îranê.

Heyder Şeşo diyar kir, hefteya bûrî şandeke hêzên ewlehiya Iraqê bi serokatiya Şêwirmendê Encûman Asayişa Netewî Falih Fayaz serdana Şingalê û li ser mijarên rêvebirina Şinaglê û avakirina hêzekê ji tevahiya Êzidiyên deverê bê damezrandin û ser bi Wezareta Navxweyî ya Iraqê ve be. Me jî pêşniyaz kir ku ti aliyekî Êzidî yên hene neyin piştguhkirin û hêza bê damezrandin, her çar hêzên hene bi hevbeşî tê de başdar bin û berevaniyê li Şingalê bikin.

Heyder Şeşo got: Em wek Hêza Parastina Êzîdxanê ser bi Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê ve ye û ti guhartin dê tê de çê nebe, heger hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê gihîştin wê rêkeftinê ku divê hêzek bê damezrandin ji bo ti aliyên din destêwerdanê tê de çê nekin, emê pê re bin.

Got jî: Armanca wan ji bo damezrandina vê hêzê, ne ew e ku xizmeta Êzidiyan û Şingalê bikin, lê armanca wan ew e hêza heyî lawaz bikin û wek xwe namîne û sînor ji karê wê re di nava hêzên polîs de were dayîn. Herwiha fişarin li ser hikûmeta Bexdayê hene, ku hêzên nêzîkî PKKê ne wek YBŞ bikeve bin siya hikûmeta Bexdayê. Bi nerîna me jî çi hêzek bê damezrandin heger nikaribe berevaniyê li Êzidiyan û deverên wan bike, nayê qebûl kirin.

Amaje bi wê jî kir, di civîna bi Falih Feyaz re hin alî hebûn ku wan bazirganî bi xwîna Êzidiyan kirine û bi milyonan pere li ser hesabê şervanên Êzidî dizî ne, heta ez jî bi wê diziyê hatim tawanbarkirin, min jî doz li hemû aliyên fermî yên Bexdayê kir ku lêpirsîn di vê pirsê bê destpêkirin, lê mixabin ew kar nehat kirin.

Li ser hebûna Heşda Şeibî li Şingalê got: Hejmarek ji xelkê deverê ji ber rewşa heyî derbasî nava Heşda Şeibî bûn û Heşda Şeibî kirîn û firotan bi wan kirin û niha ew poman bûne û zêdetir ji sedî 70 ji wan kesan dest ji Heşda Şeibî berdane. Herwiha hebûna Heşda Şeibî li Şingalê gelek bandoreke nerênî çê kiriye, ji ber ku gelek kes derbasî nava Heşda Şeibî bûne destê wan bi xwîna xelkê Şingalê bûbûn. Hebûna Heşda Şeibî li Şingalê ji aliyê xelkê Şingalê ve nayê qebûlkirin.

Herwiha got: Şer li Şingalê heye wek devereke Kurdistanî û şerekî din heye ku Şingal bibe beşek ji projeya Hîlala Şîe û destê Îranê tê de hebe, şerê din jî ew e Tirkiye dixwaze PKK li Şingalê nemîne. Rewşa Şingalê gelekî xirap e û metirsî li wê heye û ti aliyekî jî rewşa xelkê Şingalê û qurbaniyên Êzidiyan liber çav nagire. Ji ber wê em hêvî ji Herêma Kurdistanê dikin ku berjewendiya xelkê Şingalê liber çav bigire da ku Şingal nebe qurbaniya planên siyasî yên Heşda Şeibî, Tirkiyê û Îranê.

Li dawiyê jî got: Em hêvî dikin û Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê li benda madeya 140 a destûrê nemînin û bi hev re bigihin têgihîştinekê ku parastina hemû navçeyên Kurdistanî ji Xaneqînê û ta Şingalê û bi taybet Şingal wek herêmeke Kurdistanî bikin û îdareya xelkê Şingalê liberçav bigirin û rola wan tê de hebe û xwedî biryar bin.   

 

 

S. B

Fly Erbil Advertisment