HSD: Heger îro sivîl ji Baxozê dernekevin, emê êrîş bikin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, heger îro hejmareke zêdetir ji sivîlan ji Baxozê dernekevin û çekdarên DAIŞê xwe radest nekin, dê hêzên wan dest bi êrîşê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, heger îro hejmareke zêdetir ji sivîlan ji Baxozê dernekevin û çekdarên DAIŞê xwe radest nekin, dê hêzên wan dest bi êrîşê bikin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ji “Reutersê” re ragihand, heger heta demjimêrên nîvro, welatiyên sivîl ji Baxoz dernekevin û çekdarên DAIŞê jî xwe radest nekin, dê şervanên HSDê dest bi êrîşa xwe li ser dawî berîka DAIŞê li Baxozê bikin.

Balî amaje bi wê yekê kir, duhî roja Înê ti çekdar û malbatên DAIŞê ji Baxozê derneketibûn.

Demeke HSDê dorpêçeke tund xistiye ser Baxozê dawî berîka DAIŞê li Dêrazorê û li gor berpirsekî Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) di çend rojên bûrî de zêdetir ji 20 hezar çekdar û malbatên DAIŞê ji Baxozê derketine.

Herwiha wî berpirsê di Pentagonê de got, zêdetir ji hezar çekdarên DAIŞê li cem HSDê girtî ne, herwiha nêzîkî 4 hezar bergûman jî hene ku tê gûmankirin ew çekdarên DAIŞê bin.  

S. B