PDK pêngavên pêkanîna hikûmeta nû guftûgo dike

Îro Encûmena Serkirdatiyê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) dicive û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çend pirsên din guftûgo dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Encûmena Serkirdatiyê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) dicive û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çend pirsên din guftûgo dike.

Li gor zanyariyên K24ê, îro Encûmena Serkirdatiya PDKê ji bo guftûgokirina rewşa siyasî û dawî pêşhat û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rewşa danûstandinên bi aliyan û rêkeftina siyasî ya PDK bi her yek bi YNKê û Tevgera Goranê re dicive.

Civîna Encûmena Serkirdatiya PDKê di demekê de ye, hefteya bûrî PDK û YNKê rêkeftineke siyasî îmze kir û berî wê jî PDK û Goranê jî rêkeftinek îmze kiribûn.

 

S. B