PDK: Divê hemû alî hewla çareserkirina pirsgirêkan bidin
Îro Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê civiya û piştî civînê Pevdarê PDKê naveroka civînê di konferanseke rojnamevanî de şakere kir.

K24 – Navenda Nûçeyan
Îro Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê civiya û piştî civînê Pevdarê PDKê naveroka civînê di konferanseke rojnamevanî de şakere kir.
Peyvdarê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, PDK serdana tevahiya aliyan dike û divê hemû alî bi hev re hewla çareserkirina pirsgirêkan bidin.
Derbarê civîna PDK û YNKê de got: “Li bendê ne YNKê kandîdê xwe ji bo posta Serokatiya Parlemantoyê yekalî bike. Herwiha Ta niha me bi YNKê re behsa dabeşkirina postan nekiriye.”
Li ser pirsa peyamnêrê K24ê ya derbarê diyarkirina Parêzgarê Kerkûkê, Mehmûd Mihemed got: Ev babet di civîna di navbera Serok Barzanî û Kusret Resûl de hat behskirin û rêkeftin li ser tê kirin.
Derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, Peyvdarê PDKê aşkere kir, pêşveçûn di di pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye.
Di konferansa rojnamevanî de hat diyarkirin, PDK dixwaze hikûmeteke bihêz û ferehalî pêk bîne û ji bo wê jî îro behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û yên di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanî de kir.
S. B