Ciwanên eşîra Bekîra doza gorên bav û kalên xwe dikin
Ligel ku di arşîvên dewletê de cihê wan kifşe jî, derbarê gorên 18 Rihspî û pêşengên Kurd ên eşîra Bekîra ku di sala 1926an de li Xerpeta Elezîzê bi sedema serhildanê hatin dardekirin bo malbatan agahî nayê dayîn.
K24 – Stenbol
Ligel ku di arşîvên dewletê de cihê wan kifşe jî, derbarê gorên 18 Rihspî û pêşengên Kurd ên eşîra Bekîra ku di sala 1926an de li Xerpeta Elezîzê bi sedema serhildanê hatin dardekirin bo malbatan agahî nayê dayîn. Ji bo ku cihê wan eşkere bibe û bo devera Bekîra bêne veguhastin, ciwanên eşîra Bekîra çalakiyek dirust kirin û doza gorên bav û kalên xwe kirin.
Piştî darvekirina Şêx Seîd bi 9 mehan di 10 ê Adara 1926an de 18 rihsipî û pêşengên Kurd ên eşîra Bekîra jî hatin dardekirin. Ji wê rojê heta roja îro hîna jî ji aliyê Komara Tirkiyê ve derbarê gorê wan rihspî û pêşêngên Kurd ên eşîra Bekîra de tû agahî nehatiye dayîn û nayê zanîn bê li kû derê hatine veşartin. Tiştê ku tê zanîn leşkerên Tirk ev 18 pêşêngên eşîrê, ji Êlihê birine Xarpûta Elazîzê û li wir hatine dardekirin. Malbat û xizmên wan jî di roja bîranîna wan de doza cihê gora bav û kalê xwe kirin. Di şeva ku ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Bekîra ve hate organîzekirin de endama eşîra Bekîra û Namzeta Hevseroka Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz, Endamê Lijneya Navendî ya Komelaya Mafê Mirovan Racî Bîlîcî û gelek dengbêjên Kurd amade bûn.
Namzeta Hevseroka Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz ji K24ê re got: "Bi dardekirina wan ve ev jî derdikeve holê. Nêzîkî sed sal e hê jî em nizanin tirbê wan li kû derê ne. Ev tê wê wateyê, naxwazin ku gelê Kurd bi dîroka xwe zanibe û xwedî li dîroka xwe xwedî derkeve. Lê belê bi sed salan e ev zordarî li ser serê gelê Kurd tê maşandin. Em jî wek gelekî Kurd û ferdekî Bekîrî em ê xwedî li dîroka xwe jî û xwedî li mîrasa bav û kalê xwe derkevin."
Li gor çavkaniyên dîrokê piştî serhildana Şêx Seîd zilm û zoreke mezin li dij eşîra Bekîra jî tê meşandin. Ev 18 rihspî û pêşegên wê jî li dijî vê zilm û zorê radibin û ji ber ku serî hildidin jî ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve tên girtin li navçeya Kaniya Hinê ya bi ser Êlihê ve. Ji bo bîranîna wan, di roja ku hate dirûstkirin de hûnermend Kazo li ser pêşengên dardekirî ên eşîra Bekîra kilamek got.
Endamê Lijneya Navendî ya Komelaya Mafê Mirovan Racî Bîlîcî dibêje: "Dewletê ew girtin û ji bo nasnameya wan ew qetilkirin. Wek wan cenazê gelek kesan ne diyar in. Wekî yê Şêx Sêîd mesala, cihê wî nediyar e. Kurdan gelek caran serî lêxist û cihê wan bê eşkerekirin. Lê mixabin bi zanebûn nayê nîşandan. Di arşîvên dewleta Tirkiyê de ev hemû tespîtkirî ne. Cihê birêz Şêx Seîd û yên din jî cihê wan e kifş e. Lê dewlet bi plansazî bi zanebûn vê vedişêre."
Hevserokên Komeleya Yekîtiya Ciwanên Bekîra Necîp Alîşan û Yasmîn Babat jî di roja bîranînê de diyar kirin, wek yekîtî ew ê li nirxê rihspiyên xwe xwedî derkevin û ji bo dîtina cihê gora wan jî, serîlêdanên fermî pêk bînin da dîroka Kurdan di reş û tarîtiyê de nemîne. Eşîra Bekîra bi eslê xwe li herêa êlîh û Ferqînê bûye. Lê di nava salan de li gelek bajarên bakûrê Kurdistanê belav bûne. Li gorî agahiyên di çavkaniyan de derbas dibin nêzîk 400 hezar endamên vê eşîrê hene li seranserê cîhanê û yek ji mezintirîn eşîra Kurdan e li nav Tirkiyê.