Kurdistanî kar dikin bo damezrandin a Civat a Fedralî ya Îraqê.

Li Bexda, Kurdistanî kar dikin bo bicîkirin a bryar a damezrandin a Civat a Fedralî ya Îraqê. Cêgir ê serok ê perleman a Îraqê, li ser vê pirsê dibêje: Em rijtîn û naveşêrîn ku evê pirsê pêdivî bi rêkkevtin a sîyasî heye.

K24- Bexda

Li Bexda, Kurdistanî kar dikin bo bicîkirin a bryar a damezrandin a Civat a Fedralî ya Îraqê.

Cêgir ê serok ê perleman a Îraqê, li ser vê pirsê dibêje: Em rijtîn û naveşêrîn ku evê pirsê pêdivî bi rêkkevtin a sîyasî heye.

Şarezatek ê yasa ya destûrî ya Îraqê jî, hoşdarîyê dideji şêwaz a karkirin a wê civatê di paşerojê de, daku nebe kartek dî ya givaşê li hember Herêm a Kurdistanê.

Dr. Beşîr Hedad, cêgir ê serok ê perleman a îraqê, dibêje: Li gor  destûr a Îraqê divê li gel damezrandin a Civat a Nwêner ên Îraqê, Civat a Fêdralî ya Îraqê jî bihê damezrandin; daku hevsengî û fermanfdarî ya durist  bihê ragirtin li Îraqê. Lê heya niha alî yên Erebî li Îraqê naaxivin û wan nevên Civat a Fedralî bihê damezrandin.

Şarezayek ê yasa ya destûr ê îraqî jî dibêje: Bê damezrandin a Civat a Fedralî ya fermandarî ya Îraqê ne temame û hoşdarîyê jî dide ku ev Civat di paşerojê de nebe kartek givaşê li hember Herêm a Kurdisatnê.

Dr. Mehemed Şehab, şarezayê yasa ya destûr ê Îraqê, dibêje: Li gor destûr ê Îraqê, divîya li sal a   2009ê Civat a Fedralî ya Îraqê li gel Civat a Nwêner ên Îraqê bihatib a damezrandin; lê bi eger a nakokî yên sîyasî heya niha nehatîye damezrandin û ev pirs hatîye ladan. Desthilatdar ên Bexdayê jî nevên eve v Civat bihê bicihkirin jib o ku ev civet desthilatek zêdetir û maf ê Vîtoyê dide Herêm a Kurdistanê li hember her biryar û yasayek a perleman a Îraqê ku zîyanê bigehîne  Herêm a Kurdistanê.