Girtiyekî Kurd di zîndana Tirkiyê de xwe kuşt

Li Tirkiyê yêk ji girtiyê bi navê Zulkûf Gezen ku di Girtigeha Tekirdaxê greva bırçîbûnê de bû, dawî li jiyana xwe anî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê yêk ji girtiyê bi navê Zulkûf Gezen ku di Girtigeha Tekirdaxê greva bırçîbûnê de bû, dawî li jiyana xwe anî.

Girtiyê Kurd yê bi navê Zulkûf Gezen, di zîndana Tekirdaxê de bi armanca protestokirina dorpêça ser Ocalan, duh êvarê xwe bidarve kir û dawî li jîyana xwe anî.

Polisan jî bêyî malbata wî cenaze birine Diyarbekirê û beyî malbatê jî li goristana Yenikoyê termê Zulkûf veşartin.

Parlamenterên HDPê ku xwestin tev li cenze bibin, polisan rê nedan û bes çend kes ji malbata wî, di nav dorpêça polisan de, çûn ser gora wî.

Li Tirkiyê, ji 1ê Adarê û heta niha di 130 girtigehan de, 5 Hezar girtî di greva birçîbûnê de ne.

Zulkûf Gezen di sala 2010ê bi tohmeta êrişa ser polisan 106 sal cezaya zîndanê lê hatibû birîn.

 

S. B