Amerîka hezar leşkerên xwe li Sûriyê dihêle
Rojnameya “Wall Street” a Amerîkî li ser zarê hejmarek berpirsên Amerîkî veguhastiye, Amerîka niha kar li ser vekişandina hezar leşkerên xwe ji Sûriyê dike û bi niyaz e hezar leşkerên mayî jî li wî welatî bihêle.
K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor hatiye belavkirin, tevî nerazîbûna Tirkiyê li ser wê hevkariyê, lê Amerîka dê berdewamiyê bide karê xwe bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re.
Wê rojnameyê da zanîn jî, danûstandinên Amerîka bi Tikiyê ji bo avakirina herêma ewle li bakurê Sûriyê têk çû, ew jî planeke Serokê Amerîka bû ji bo vekişandina ji Sûriyê.
Di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, nêzîkî 2 hezar leşkerên Amerîkî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne.
Serokê Amerîka Donald Trump di 19ê Berçileya 2018am de biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê dabû, lê di piştre got, ewê 400 leşkerên xwe bihêlin.
S. B