Soylu: Bi Îranê re hemberî PKK, me dest bi operasyonê kir

Soylu anî ziman: “Ji vê sibehê demj. 08:00an ve ji sînorê me yê rojhilat ve, ligel Îranê me dest bi operasyonek hevbeş hemberî PKK kir, em dê nêzîk encamên vê operasyonê rabighînin”

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên herêmî li Tirkiye de, li bajarokê Serîk girêdayî Antalya de diyarkir, ku: “Ji vê sibehê ve ligel Komara Islamî ya Îranê dest bi operasyonek hevbeş hemberî PKK kirin e”.

Soylu anî ziman: “Ji vê sibehê demj. 08:00an ve ji sînorê me yê rojhilat ve, ligel Îranê me dest bi operasyonek hevbeş hemberî PKK kir, em dê nêzîk encamên vê operasyonê rabighînin”.

Berî du hefteyan Wezîrê navxweyî yê Tirkiye gotibû, ku di navbeyna Tirkiye û Îranê de danûstandin liser operasyonên hevbeş hemberî PKK hene. Herweha her du welat hemberî PKK di hevkariyek hawalgirî de ne.

Heman demê Cîgirê Wezîrê Navxweyî yê Îranê Zulfîkarî diyar kiribû, ku ji bo kontrolkirina bi temamî, Îran ligel Tirkiye hemberî PKK dikare operasyona hevbeş encam bide.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment