Pirsa hevwarkirin a yasa ya serokatîyê di naveber a P.D.K û Y.N.Kyê de

12 roj mane li pêşîya firaksyonan bo pêşkeşkirin û hevwarkirin a proje yasay ên evê werzê ji sal a yekê ya gerr a pence ya perleman a Kurdistanê. Pêngav a yekê jî bo pêkanîn a hikumetê jî; pêdivî bi karakirin a dezgeh a serokatî ya herêmê ye.

K24- Hewlêr

12 roj mane li pêşîya firaksyonan bo pêşkeşkirin û hevwarkirin a proje yasay ên evê werzê ji sal a yekê ya gerr a pence ya perleman a Kurdistanê. Pêngav a yekê jî bo pêkanîn a hikumetê jî; pêdivî bi karakirin a dezgeh a serokatî ya herêmê ye.

Alî yên sîyasî hêj negehiştine rêkkevtin a dawîyê bo hevwarkirin a yasa ya serokatî ya Herêm a Kurdistanê.

Firakisyon  a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê(Y.N.K) dibêje: Heke vîyan û xwazt hebe, rêkar ên wê sanahî ne. Evê yasayê jî rehend ên nîştîmanî heye lew dive bi rêkkevtin bihên hevwarkirin.

Luqman Werdî, endam ê perleman a Kurdistanê li ser list a kesk, dibêje: Pêkanîn a komîteyan di qonax a dawîyê deye. Komîte ya yasyî dê bihê raspartin bo hevwarkirin a yasa ya serokatî ya Herêm a kurdistanê. Ev pênagav jî dikeve piştî valane yê newrozê.

Firaksyon a Partî ya Dîmukrat a Kurdistanê(P.D.K) dibêje: Heya dawî ya evê mehê dê dawî bihê bi rêkar ên hevwarkirin a yasa ya serokatî ya Herêmê.

Rizgar Îsa, endam ê perleman a Kurdistanê li ser list a Zer dibêje: Rêkkevtin a sîyasî di navber a P.D.K, Gorran û Y.N.Kyê  li ser karakirin a dezgeh a sertokatî ya Herêm a Kurdistanê  bi dawî hatîye; nemaze jî hilbijartin a serok ê Herêm a Kurdistanê di perlemanê de ye û ev yasa jî wek xwe dimîne heya destûr şêwaz a hilbijartin desthilat ên serok ê Herêm a Kurdistanê destnîşan dike.