HSD: DAIŞ di rûbereke pir biçûk de hatiye dorpêçkirin
Fermandareke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji K24ê re diyar dike DAIŞê di Baxozê de di rûbereke biçûk de dorpêçkirî ye û dema dawîbûna DAIŞê ne diyar e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandareke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji K24ê re diyar dike DAIŞê di Baxozê de di rûbereke biçûk de dorpêçkirî ye û dema dawîbûna DAIŞê ne diyar e.
Fermandara HSDê Aryan Qamişlo ji K24ê re diyar kir, Bi sedema dorpêçkirina çekdarên DAIŞê di berîkeke biçûk de di nava Baxozê de û ji ber kêmbûna pêdiviyên rojane ji xwarin û keresteyên pêwist, DAIŞ neçar dibe jin, zarok û kesên sivîl radestî HSD bike.
Aryan Qamişlo pêşbîniyê dike di demeke nêzîk de tevahiya çekdarên DAIŞê yên li Baxozê mane xwe radestî HSD bikin.
Nêzîkî mehek û nîvê ye şervanên HSDê dorpêça li ser DAIŞ di Baxozê dawî berîka DAIŞê li Dêrazorê de tund kiriye û ji wê demê rojane çekdar û malbatên DAIŞê ji wî bajarî derdikevin û xwe radestî HSDê dikin.
S. B