Tirkiye hêzeke nû derbasî xaka Sûriyê dike
Hikûmeta Tirkiyê, karwaneke nû ya leşkeran şand nav xaka Sûrîyê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê bi armanca zêdekirina leşkerên xwe yên di nav axa Surîyê de ne, karwaneke din ya leşkerî ji Hatayê di deriyê Kirikhanê re derbazî İdlibê kir.
Karwanê Leşkerî ji çekê giran, tirimbêlên barhelgir û teqemeniyê pêk dihat. Di nav vê karwana leşkerî de hejimara zêde ya Komandoyan balkêş bû.
Eniya El Nusrayê di destpêka îsal piştî şerekî bi hin grûpên opozîsyonê re kontrola xwe li ser Idlibê fereh kiribû. Tê gotin jî piştî hevahengiya Tirkiyê û Rûsya ya êrişên li ser El Nusrayê, Tirkiyê dixweze li Idlibê xwe ji nû ve birêk bixe.
Li gor rêkeftina Sochi ya di navbera Mosko û Enqerê 12 xalên çavdêriyê li Idlibê danîne.
Rojnamevanekî Idlibî jî ji ajanseke “al-Arabiya” re ragihandibû, erkê wan xalên çavdêriyên ne rêgirtin li êrîşên rêjîma Sûriyê ne, belkû rêgirî li êrîşên çekdarên opozîsyonê li ser rêjîma Sûriyê û hêzên Rûsî ne.
S. B