13 Baroyên Bakurê Kurdistanê: Avakirina Hevpeymaniya Siyasî ne tawan e
Navenda Nûçeyan (K24) – Baroyên parêzeran ên 13 bajarên Bakurê Kurdistanê operasyon û binçavkirina endam û serkirdeyên partiyên siyasî yên Kurdistanê şermezar kirin û got, avakirina hevpeymaniya siyasî ne tawan e.
13 baroyên Bakurê Kurdistanê û di nav de Baroyên Diyarbekir, Wan, Riha û Batmanê jî heyîn, li hemberî operasyona binçavkirinê ya li dijî siyasetmedarên Kurd a piştî avakirina Hevpeymaniya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) ku ji aliyê partî û tevgerên siyasî yên Kurdistanî ve hatiye avakirin, di daxuyaniyekê de nerazîbûn nîşan dan.
Di daxuyaniya hevpar a baroyan de hat gotin ku hevgirtina partiyên siyasî û avakirina hevpeymaniyên demokratîk ne tawan e, yek ji mafên bingehîn e ku di bin garantiya destûrê de ye.
Her 13 baroyan daxwaz kirin ku mafê parastinê yê kesên hatine binçavkirin bê garantîkirin û sînordarkirinên hiqûqî bên rakirin.
Duh 17ê Mijdara 2026an, di operasyoneke li dijî partiyên Hevbendiyê de, Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel û Alîkarê Serokê Giştî yê PSK’ê Hesen Dagtekîn, birêvebirê PÊLKURDê Fuad Onen, nûnerên kesayetiyên serbixwe yên Kurdistanî Alî Oncu, Rojbîn Bukun, Alî Çeven, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay, Aryan Serhed û Alî Aydin hatibûn binçav kiribûn.