Artêşa Tirkiyê devera Amêdiyê topbaran dike

Peyamnêrê K24ê li devera Amêdiyê da zanîn, îro nîvro topxaneya artêşa Tirkiyê navçeyeke Amêdiyê topbaran kir û topek li xaniyê welatiyekî ket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li devera Amêdiyê da zanîn, îro nîvro topxaneya artêşa Tirkiyê navçeyeke Amêdiyê topbaran kir û topek li xaniyê welatiyekî ket.

Rêvebirê Navçeya Kanî Masî Serbest Akreyî ji K24ê re ragihand, îro nîvro topxaneya Tirkiyê riya di navbera gundê Astengê ku gundekî Kiriztiyanî ye û gundê Mayê topbaran kir û topek li xaniyê welatiyekî ket, ji ber ku kes di wî xanî de nebû, ti ziyanên canî jî nebûn.

Topxane û firokeyên şer ên Tirkiyê ji ber hebûna baregehên PKKê sînorê Amêdiyê bi berdewamî topbaran û bombebaran dike û ta di encamê de zêdetir ji 20 welatiyan şehîd bûne û hejmarek din jî birîndar bûne.

 

S. B