PDK: Bi YNKê re me bi aşkere guftûgo kir

Endamê Serkirdatiya PDKê Dilşad Şihab ragihand, di dama bûrî de rêkeftineke siyasî û çarçova karê hevbeş di navbera PDK û YNKê hat îmzekirin û tê de bi ronî behsa karê bi hev re hate kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Serkirdatiya PDKê Dilşad Şihab ragihand, di dama bûrî de rêkeftineke siyasî û çarçova karê hevbeş di navbera PDK û YNKê hat îmzekirin û tê de bi ronî behsa karê bi hev re hate kirin.

Îro şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) gihîştibû Silêmaniyê û ligel YNKê civiya, piştî civînê jî Dilşad Şihab û Peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer konferanseke rojnamevanî lidar xistin.

Endamê Serkirdatiya PDKê Dilşad Şihab da zanîn, xelkê Kurdistanê dibîne ku karê bi hev re yê PDK û YNKê xizmeta xelkê dike û aramiyê tîne.

Tekez kir, civîna wan bi YNKê re serkeftî bû û aşkere guftûgo li ser hemû pirsên girêdayî bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.

Endamê Serkirdatiya PDKê diyar kir jî, di rojên pêş de û piştî Newrozê civînên wan bi YNKê re derbarê pêkanîna hikûmeta nû berdewam dikin.

Peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer ragihand, di civînê de guftûgoyeke vekirî kirin û di rojên bê de civînên wan berdewam dibin.

Ev civîna PDK û YNKê piştî di demekê de tê, roja 16ê vê mehê Peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer di konferanseke rojnamevanî de ragihand, YNKê daxwaza hevbeşiya rasteqîne di hikûmetê de ji PDKê dike.

 

S. B