Pêşbînî dihê kirin Neworza Kerkûkê nakokîyê bixe di navbera pêkhateyan de

Piştî ku partîyên kurdistanî biryardan agir ê newrozê li ser kel a Kerkûkê hilkin, her yek ji Enî ya Turkumanî û Civat a Erebî jî daxwaz ji Rakan Cibûrî, parêzgar ê Kerkûkê kirin destûr a wan jî bidin ahengê li ser kel a Kerkûkê bigêrrin.

 

K24- Kerkûk

Piştî ku partîyên kurdistanî biryardan agirê Newrozê li ser kel a Kerkûkê  hilkin, her yek ji Enî ya Turkumanî û Civat a Erebî jî daxwaz ji Rakan Cibûrî, parêzgar ê Kerkûkê kirin destûra wan jî bidin ahengê li ser kel a Kerkûkê bigêrrin.

Li gor zanyarî yên nûçegihanê Kurdistan24ê li Kerkûkê, her yek ji Ereb û Turkmanan daxwaz ji Rakan Ciburî kirîne destûr a wan bide, daku her di wê dem û cih ê kurdan destnîşan kirine bo aheng ê newrozê ew jî aheng a xwe bigêrrin.

Li gor zanyarîyan Ciburî nevêt daxwazî ya Ereb û Turkumanan qibûl bike; cimku amaje weha didin xuyakirin ku heke rê bide Ereb Turkumanan, nakokî dê bikeve di navber a pêkhateyan de.