Sûpa yê Îraqê xalek a sinûrî ya jêr desthilat a YBŞyê kontirol kir

Şandek a serbazî ya Îraqê serdan a Şengalê kir Ew derzaînk a sinûrî ya ku di dest ê Yekîne yên Berxwedan a Şengalê(YBŞ)yê de bû ji supayê Îraqê ve hat konitrol kirn. Ew hêz ên nêzîk ji PKKyê xwe vekişandin ji hijmarek a xal û bazgeh ên wê dever a Şengalê.

K24- Şengal

Şandek a serbazî ya Îraqê serdan a Şengalê kir Ew derzaînk a sinûrî ya ku di dest ê Yekîne yên Berxwedan a Şengalê(YBŞ)yê de bû ji supayê Îraqê ve hat konitrol kirn.  Ew hêz ên nêzîk ji PKKyê xwe vekişandin ji hijmarek a xal û bazgeh ên wê dever a Şengalê.

Evro serok Erkan ê supa yê Îraqê serheng rukin Osman Xanimî serdan a Şengalê kirîye û li zanyarî yên Kurdistan24ê, armanc ji serdan a wî çareserkirin a arîşe yên di navber a YBŞyê û supayê Îraqê bûye.

Di dû roj ên burî de Yekîne yên Berxwedan a Şengalê û supa yê Îraqê rûbirû hev bibûn û di encam de sê serbaz ên Îraqê hatibûn kuştin.

Çaverê dihê kirin ku serok erkan supa yê Îraqê li gel hêz ên YBŞyê bi cive.

Mahir Şengalî, nûçegihan ê Kurdistanê24ê li Şaenaglê ragehand: Supa yê Îraqê tekez kirîye ku  nabe hêz ên nêzîk ji PKKyê dest ên xwe bixin di nav karûbar ên rêveberîn îya deverê û xal ên gumrikê danin.

Got jî: Supay Îraqê xal a gumrikî ya Ûmdebanli nêzîk komelgeh a Xansor ser bi nahîye ya Sinûnê ve kontirol kirîye.

Herweha got ew xal a gumrikî jêder ê serekî yê dahat a hêz ên YBŞyê bû. Xuya jî kir ku piştî supayê Îraqê dest ê xwe danîye ser wê xal a gumrikî ; YBŞyê xwe ji hijmarek baregeh û xal ên pişkinînê  di vekşîne.

Sê mehan ber niha Heşd a Şeibî û YBŞyê rêkevtine ku YBŞe tenê dever ên Xane Sor, GirÛzêr û komelgeh a Sîpa Şêx Xidr ji alîyê ewlhîyê ve biparêzin.

Heşd a Şeibî û YBŞ rê nadin rêvebrî ya hilbijartî ya deverê vegerrin ser kar ên xwe. YBŞ rêveberî xwe ser li şengalê damezrandîye û ne hikumet a Herêm a Kurdistanê ne jî hikumet a Îraqê bi fermî ew nenasndine û reftarê li gel nakin.