Sûpa yê Îraqê xalek a sinûrî ya jêr desthilat a YBŞyê kontirol kir
Şandek a serbazî ya Îraqê serdan a Şengalê kir Ew derzaînk a sinûrî ya ku di dest ê Yekîne yên Berxwedan a Şengalê(YBŞ)yê de bû ji supayê Îraqê ve hat konitrol kirn. Ew hêz ên nêzîk ji PKKyê xwe vekişandin ji hijmarek a xal û bazgeh ên wê dever a Şengalê.
K24- Şengal
Şandek a serbazî ya Îraqê serdan a Şengalê kir Ew derzaînk a sinûrî ya ku di dest ê Yekîne yên Berxwedan a Şengalê(YBŞ)yê de bû ji supayê Îraqê ve hat konitrol kirn. Ew hêz ên nêzîk ji PKKyê xwe vekişandin ji hijmarek a xal û bazgeh ên wê dever a Şengalê.
Evro serok Erkan ê supa yê Îraqê serheng rukin Osman Xanimî serdan a Şengalê kirîye û li zanyarî yên Kurdistan24ê, armanc ji serdan a wî çareserkirin a arîşe yên di navber a YBŞyê û supayê Îraqê bûye.
Di dû roj ên burî de Yekîne yên Berxwedan a Şengalê û supa yê Îraqê rûbirû hev bibûn û di encam de sê serbaz ên Îraqê hatibûn kuştin.
Çaverê dihê kirin ku serok erkan supa yê Îraqê li gel hêz ên YBŞyê bi cive.
Mahir Şengalî, nûçegihan ê Kurdistanê24ê li Şaenaglê ragehand: Supa yê Îraqê tekez kirîye ku nabe hêz ên nêzîk ji PKKyê dest ên xwe bixin di nav karûbar ên rêveberîn îya deverê û xal ên gumrikê danin.
Got jî: Supay Îraqê xal a gumrikî ya Ûmdebanli nêzîk komelgeh a Xansor ser bi nahîye ya Sinûnê ve kontirol kirîye.
Herweha got ew xal a gumrikî jêder ê serekî yê dahat a hêz ên YBŞyê bû. Xuya jî kir ku piştî supayê Îraqê dest ê xwe danîye ser wê xal a gumrikî ; YBŞyê xwe ji hijmarek baregeh û xal ên pişkinînê di vekşîne.
Sê mehan ber niha Heşd a Şeibî û YBŞyê rêkevtine ku YBŞe tenê dever ên Xane Sor, GirÛzêr û komelgeh a Sîpa Şêx Xidr ji alîyê ewlhîyê ve biparêzin.
Heşd a Şeibî û YBŞ rê nadin rêvebrî ya hilbijartî ya deverê vegerrin ser kar ên xwe. YBŞ rêveberî xwe ser li şengalê damezrandîye û ne hikumet a Herêm a Kurdistanê ne jî hikumet a Îraqê bi fermî ew nenasndine û reftarê li gel nakin.