HSD nêzîk bûye ji serkevtin a yekcarkî bi ser Daişê re

Hêz ên Surya ya Dîmukrat (HSD)ragehand ku nêzîkbûne ji serkevtin a yekcarkî bi ser Daişê re.

K24- Hewlêr

Hêz ên Surya ya Dîmukrat (HSD)ragehand ku nêzîkbûne ji serkevtin a yekcarkî bi ser Daişê re.

Duhî serok ê Emerîkayê, Donald Tiramp ragehandibû ku ev şev dawî bi daişê dê bihê li Baxozê.

Şerr ê Baxoz li meh a Suabt a bûrî dest pêkir û piştî derbazbûn a xelk ên sivîl û xwe bidestvefdan a zêdetir ji pênc hezar çekdar ên Daişê, HSD dest bi hêriş a xwe kir bo ser Baxozê.

Li gor zanyarîyan  zêdetir ji 60 hezar hevwelatî yên sivîl û xêzan û kesûkar ên çekdar ên Daişê ji deverê revyan û xwe radestê HESyê kirin.

Evro ajans a nûçe ya Anha  ya nêzîk ji HSDyê belav kir, HSDyê bi temamî  Baxoz kontirol kirçye.

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Baxozê ragehand: Heyqa niha şerr û pevçûn di navber a HSDyê û hijmarek a çekdar ên Dişê li deverek a bertesk li Baxozê maye.

Xuya jî kir , piştî kontirolkirin a kemp a Baozê, hêz ên HSDyê ber bi pêşve diçin û mijûlî pakijkirin a wan cih ên rizgarkirî ne.