Daiş gef a Tolevekirinê li HSDyê dike

Di demekê de ku HSD nêzîk bûye dawîyê bi pêgeh ên Daişê bihîne li rojhilat a Furatê, berdevk ê Daişê, Ebû Hesen Mucahîr, di tomarek a dengî de ku li tor a civakî ya Têligramê belav bûye, daxwaz tolevkirinê dike ji HSDyê.

K24- Hewlêr

Rêkxistî ya Daişê gef a tolevekirinê li Hêz ên Suryay ya Dîmukrat (HSD) dike.

Di demekê de ku HSD nêzîk bûye dawîyê bi pêgeh ên Daişê bihîne li rojhilat a Furatê, berdevk ê Daişê, Ebû Hesen Mucahîr, di tomarek a dengî de ku li tor a civakî ya Têligramê belav bûye, daxwaz tolevkirinê dike ji HSDyê.

Mucahîr di wê tomar a dengî de dibêje: Şerr bi dawî nehatîye û li bend a şerr ê seranserî bin.

Duhî jî serok ê emerîkayê Donald Tiramp ragehandibû ku şev a burî dawî bi Daişê dê bihê li Baxozê.

Ebû Hesen Mucahîr di wê tomarê de bangeşe ya wê yekê dike ku xîlafet a Daişê bi dawî nehatîye, çunku xort ên Daişê bi binema yên hurî yên Daişê girdayîne û wan neladane.