Selahedîn Demîrtaş: Di dîroka Tirkiyeyê de tu carê siyaset û exlaq û medya ewqas daneketiye

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş dibêje, di dîroka Tirkiyeyê de tu carê siyaset û ehlaq û medya ewqas daneketiye û ew pêşbînî dike ku, gel di vê hilbijartinê de hevpeymaniya AK Partî û MHPê siza bike.

K24- Hewlêr

Selahedîn Demîrtaş ku dû sal û nîv e di zîndanê de bi rêya parêzerên xwe bersiv da pirsên malperekê Tirkiyeyê û got, ew hêvî dike pêvajoya grevên birçîbûnê beyî ku kesekî din canê xwe ji dest bide, bidawî bibe.

Da xuyakirin, eger di dema referandum û hilbijartinên giştî de ne girtîba, dê encam cuda derketiban û ji xwe bo vê  hatiye zîndanîkirin.

Da xuyakirin, li Tirkiyeyê tu carê siyaset û ehlaq di vê astê de daneketiye, bi gef û direw û reşkirinan bangeşeya hilbijartinê tê meşandin. mimkun nîne bi vê serkevin û got, tevî têkçûna siyasetê aborî jî di rewşeke xerap de ye û pêşbîniya wî ewe ku, hevpeymaniya AK Partî û MHP di vê hilbijartinê de derbên mezin bigrin.