Rûsya:Li Idlibê Opozisyon nema ye, hemû bûn e El-Nûsra
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Oleg Siromolotov ragihand, ku li devera idlibê Opoziyona myanrew nema, hemû çekdarên Opozisyonê gihiştine Rêxistina Heyet Tehrîr el-Şam
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Oleg Siromolotov ragihand, ku li devera idlibê Opoziyona myanrew nema, hemû çekdarên Opozisyonê gihiştine Rêxistina Heyet Tehrîr el-Şam bi nave xwe yê berê El-Nûsra, ku girêdayî El-Qaîde ye.
Ligor nûçeya Sputnik, ku ji ajansek Rûsyayê veguhestiye Siromolotov destnîşankir, “Li Idlibê terorîstên ji gelek welatan kombûn e. Ev yek ne cihê pejirandinê ye. Rûsya ligel Tirkiye Rêkeftina Soçî ya liser idlibê vajo kir, ligor wê, diviyabû Hêzên Opozisyonê ji deverek 15 km a derdora Idlibê derketiba, lê ev yek pêknehat. Hemû aliyên Opozisyonê derbasî nav hêzên El-Nûsra bûn, El-Nûsra jî, El-Qaide ye”.
Ligor Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Rûsya ligel hevpeymanên xwe yên Astanayê Îran û Tirkiye dê vê pirsê çareserbike.
C.B