Mûçe yên Pêşmerge û fermanber ên Herêmê dê berdewam bibe

Dr. Beşîr Hedad, Cêgir ê serok ê Civat a Nwêner ên Îraqê di konfiransek a rojamevanî de ragehand: Bûdce û mûçe yên fermanber ên herêm a Kurdistanê dê berdawam bibe, wek çawa bo her parêzgehek a din a Îraqê diçe û di yasa ya budceyê de ev hatîye çespandin.

K24- Hewlêr

Dr. Beşîr ragehand: Ev pirs hatîye bi yasakirn  û eger bi cih nebe, Em li dedgeh a Îtîhadî şikatê bikin. Xelkî jî diltenah dikim ku wezîr ê darayî ya Îraqê, duhî gotîye: Mûçe mafek ê destûrî yebo hemû xelk ê Îraqê.

 Herweha got: Eger hinartin a Mûçeyê peywendî bi radestrkirin a petrol a Herêmê hebaye, xo di sê meh ên bûrî jî de Herêmê petrol radestê Bexdayêe nekirîye û ti arîşe jî nebûye. Çima ku di yasa ya budce ya Îraqê de hatîye çespandin û eger herêm jî oetrolê neşîne, arîşe nabe ; tenê bi qasî pere yên wê petrolê dê ji budce ya giştî bihê qetkirin.