Bîrkar Doktoraya Zanîngeha Selaheddîn wergirt
Di ragihandinek taybet bo K24de Bîrkar anî ziman, ku wergirtina vê xelatê ji wî re cihê şerefmediyê ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Bîrkarê cîhanî yê Kurd, xwediyê mezintirîn xelata bîrkariyê (matematîk) Fields, Prof. Dr. Koçer Bîrkar ji aliyê Zanîgeha Selaheddîn li paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê – doktora ya fexrî ya zanîngehê wergirt.
Di ragihandinek taybet bo K24de Bîrkar anî ziman, ku wergirtina vê xelatê ji wî re cihê şerefmediyê ye.
Di dema wergirtina xelata Fields de Koçer Bîrkar diyarkiribû, ku: Ew vê xelatê liser nave bi dehên milyonan Kurd werdigre.
C.B