Serok wezîr a Nîyozlendayê; sedem a poşîn a serpoşê xuya dike
Di yekem dîdar a xwe de, piştî poşîn a serpoşê, Casînda Erdêrin, serok wezîr a Nîyozlendayê dibêje: Li dem a çûn a min bo mizgeftê û poşîn a wê serpoşê, Min pêşbînî nedikir ; ew serpoş wê qasê cihê bexşîn a aramî û tenahîyê bibe bo xelkê.
K24- Hewlêr

Li pirogram a (The Piroject) di kenal a (Ten Network) a Ûstiralîyayî de, li bersiv a pirsyarekê li ser sedem a poşîn a serpoşê di dem a serdan a wê de bo mizgeftê û serexweşîyê ji malbat ên qurbanîyan? Serok wezîr a Nîyozlendayê got: Dem a Min serpoş poşî; Min hizir li evê mijarê nekirîye , lê bi nerîn a min ev guncayî bû bo cihek weha. Min nediznî jî ku poşîn a serpoşê dikare ev hemû aramî û tenahîyê belav bike, ji bo ku belavkirin û bexşîn a aramî û tenahîyê bo hevwelatîyan; berpirsîyeke di stûyê Min deye.
Casînda dibêje: nehestkirin bi aramî, tenahî û asayîşê Min gelek azar dide; lew vegerrnadin a wê hestê bo xelkê erkeke di stûyê min deye.
Bi eger a poşîn a serpoşê, piştîvsanîyek a mezin li serok wezîr a Nîyozlendayê hatkirin li dem a hêriş a ser mizgeft ên bajar ê Kiraysçêrçê ku bû eger a wê hêrişê 50 muslman hatin kuştin û nêzîkî 50 kes ên din jî birîndar bûn.