HSD: Qonaxa nû kar ji bo jinavbirina hizra terorê ye

Fermandarê Giştî yê HSD radighîne, di qonaxa bê de ew dê kar ji bo jinavbirina hizra terorê ya DAIŞê bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Giştî yê HSD radighîne, di qonaxa bê de ew dê kar ji bo jinavbirina hizra  terorê ya DAIŞê bikin.

Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriya Demokrat HSD Mezlûm Ebdê ragihand, rast e rêxistina DAIŞê bidawî hatiye, lê gefên wê rêxistinê liser ewleyiya Sûriyê hîn ma ye û divê karê wan li dijî hizra tundrewiya DAIŞê berdewam be .

Ebdê derbarê biryara Serokê Amerîkayê, ku dê hejmarek hêzên xwe li Sûriyê bihêle, got:  ev ji qonaxa bê re gavek giring e, heta ku hizir û ideolojiya DAIŞê ji kokê ve jinav bibin û ev yek jî, demek dûr û dirêj dixwaze.

 

 

C.B