HSD bi mercê nasîn a Xweseriyê amade ye tevlî Artêşa Sûriye bibe
Hêzên Sûriya Demokrat bi mercê pêdana mafê xweseriyê amadeye tevlî Artêşa Sûriyê bibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriya Demokrat bi mercê pêdana mafê xweseriyê amadeye tevlî Artêşa Sûriyê bibe.
Nûnerê Rêveberiya Xweser li Rûsyayê Reşad Bênav eşkere kir, bi mercek HSD amade ye tevlî Artêşa Sûriyê bibe, ew jî ku mafên wan di Destûrê de werin garantî kirin, û Sûriye bibe Sûriyeyek ne navendî.
Reşad Bênav tekez kiriye, ger êrîş werin ser wan, hêzên wan dê bi tundî bersiva her êrîşekê bidin, û rê nadin tu pêşdeçûnek hêzên rêjîmê.
Nûnerê Rêveberiya Xweser li Rûsyayê got jî, man a Hêzên Amerîkî li Sûriyê, rê li êrîşek din a Tirkiyê digre, û tekez dike, Sûriyê dê qet venegere berîya sala 2011an.
C.B