Asayîşa Diyarbekirê dê Leyla Gûvena bi zorê bibe dadgehê
Dadgeha Diyarbekirê biryar da: Asayîşa Diyarbekirê dê Leyla Gûvena ko 140 roj in girêve birçîbûnê dike bi zorê bibe dadgehê.
K24- Hewlêr
Dadgeha Diyarbekirê biryar da: Asayîşa Diyarbekirê dê Leyla Gûvena ko 140 roj in girêve birçîbûnê dike bi zorê bibe dadgehê.
Îro li Dadgeha Diyarbekirê dozeke Leyla Gûvenê bi rê ve çû û bi bangeşekirin û endamtiya PKKyê hate tohmetbarkirin. Parêzerên Leyla Gûvenê di dema dagehkirinê de amadebûn û ragihandin ko Leyla Gûven parlementer e û parêzbendiya wê heye. Nabe were dadgehkirin û divê doz were hilweşandin.
Lê Dadgeha Diyarbekirê daxwaza parêzeran red kir û biryar da ko di rûniştina din de Asayîşa Diyarbekirê wê bi zorê bîne dadgehê.
Leyla Gûven 140 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî girêva birçîbûnê dike.