Pevajo ya bangeşeyê bi awayeke sist derbaz bû

Pêvajoya bangeşiya hilbijartinên şaredariyan di 30ê Adarê de bi dawî dibin û kompaniyên danasînê û çavdêrên siyasî performansa partî û namzetan dinirxînin. Tê amajekirin ku pêvajoya bangeşiyê li gorî hilbijartinên rabirduyê bi awayeke qels û sist derbas bû ye û her wiha şêwaza axaftinê ya siyasetmedaran jî bi awayeke giştî bi neyînî tê nirxandin.

K24- Amed

Pêvajoya bangeşiya hilbijartinên şaredariyan di 30ê Adarê de bi dawî dibin û kompaniyên danasînê û çavdêrên siyasî performansa partî û namzetan dinirxînin. Tê amajekirin ku pêvajoya bangeşiyê li gorî  hilbijartinên rabirduyê bi awayeke qels û sist derbas bû ye û her wiha şêwaza axaftinê ya siyasetmedaran jî bi awayeke giştî bi neyînî tê nirxandin.

 Di 31ê Adarê de hilbijartinên şaredariyan tên li darxistin û di 30ê Adarê de jî pêvajoya bangeşî û reklamê jî bi dawî dibe. Di pêvajoya bangeşiya hilbijartinan de namzet û serokên partiyan partiyan bi rêya mîtîng, reklam û muzîkê hewil dan ku bandorê li dengdêran bikin û deng werbigrin. Dêrûnînas derbarê pêvajoya bangeşiyê de amaje dikin ku siyasetmedaran bi awayeke serkeftî nekarî ne bandorê li dengdêran bikin. Dêrînînas  Cevher Sonmez dibêje tişte ji bo dengdêran herî girîng ew e ku dengdêr dixwazin wern famkirin.

Cevher Sonmez- Derûnnas, dibêje: "Siyaset qada qanekirina mirovan e. Ji bo ku hun mirovan qane bikin jî divê hun mirovan fam bikin. Ji bo dengdêrên herêma me jî famkirin girîng e. Lê di vê pêvajoya hilbijartinan de min bangeşiyeke serkeftî nedît. Her ku roja hilbijartinê nêzîk dibe zimanê siyasetmedaran tund dibe û bihêrs dibin. Ev yek bo wergirtina dengan ne rêbazeke başe."

 Di pêvajoya bangeşiya hilbijartinan de gotin û axaftinên serok û namzetên partiyan jî bûn cihê nîqaşê. Şîrovekarên siyasî amaje dikin ku divê zimanê bangeşiyê nebe sedem ku di nava civakê alozî rû bidin. Şîrovekarê siyasî Mûstafa Ozer dibêje divê siyasetmedar hay ji zimanê xwe hebin û rêzdariyê biparêzin.

Mûstafa Ozer- Şîrovekarê Siyasî- dibêje:"Xelk bêdeng e. Lê bêdengiya xelkê naye wê wateyê k udi rojeva xelkê de hilbijartin tine ye. Xelk hilbijartinê jî dişopîne. Zimanê siyasetmedaran jî ne zimaneke serkeftî ye.   Performansa siyasetmedaran divê ne wiha be. Tişta ku ji deve siyasetmedaran derdikeve divê medenî be"

Şîrovekarên siyasî û dêrûnnas balê dikêşin ku di hilbijartinan de rewşeke wisa metirsîdar derdikeve holê ku heta dengdayîn dibe wek hêmaneke man û nemanê û ev yek dibe sedem ku hilbijartin ji armancên xwe dûr bikevin û divê siyasetmedar bi hestiyar bin.