Nêçîrvan Barzanî daxwazîyekê ji zanko yên Kurdistanê dike
K24- Hewlêr
Evro bi amadebûn a Nêçîrvan Barzanî, serok wezîr ên Herêm a Kurdistnê, di rêresmekê de xelat a diktora ya şanazî ya Zanko ya Selahedînê dane pirofîsor, Dr. Koçer Bîrkar.
Di rêresmekê de, Nêçîrvan Barazanî, serok wezîr ên Herêm a Kurdistanê, axivtinek pêşkeş kir û têde amaje bi wê yekê kir ku rê ya pêşkevtin a her gelelkî tenê fêrbûn a zanist a serdeme.
Tekez jî kir, Kurdistanê Pêşmerge û kes ên çav netirs gelekin û niha jî pêdivî bi kes ên jêhatî û zana yên bwar ên zanistê ne ku bikarin hizr û mejîyê ber bi pêşve bibin.
Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji zanko yên Kurdistanê kir ku pêdvîye li ser evê yekê pêkol ên rijttir bikin, bila Herêm a Kurdistanê bibe nimûne ya pêşkevtin a xwîndin û zanistê. Xebat a Me ya rasteqîn di vir de. Gehiştin bi xewn ên bav û bapîran tenê bi mandîbûn û rijtî ya Heweye ji bon a fêrbûn a zanistêde.