Erdogan: Berpirsekî pilebilind ê PKKê birîndar bûye

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan birîndarbûn û kuştina 3 berpirsên pilebilind ên PKKê radigihîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan birîndarbûn û kuştina 3 berpirsên pilebilind ên PKKê radigihîne.

Erdogan di hevdîtinekê de ligel her du kenalên “Haber û Atv” ên Tirkî de ragihand, Di encama operasyoneke esmanî de Endamê Desteya Rêveber ê KCKê Riza Altun birîndar bûye û 3 berpirsên din ên PKKê canê xwe ji dest dane.

Serokomarê Tirkiyê da zanîn, firokeyên bêfirokvan û firokeyên F 16 bi bombebarana Qendîlê berdawam in.

Duhî medyaya Tirkiyê belav kiribû, Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyeyê MÎT û Serokerkanaiya Tirkiyeyê di 21ê Adarê de li Qendîlê dijî PKKê operasyoneke hevbeş kirine. Seyareya Endamê Desteya Rêveber ê Koma Civakên Kurdistanê KCKê Riza Altun ji aliyê firokeyên şer ve hatiye bombebarankirin. Di encamê de Riza Altun birîndar bûye, lê berdevkê PKKê Serhat Warto, Berpirsê Pêwendiyên Derve ê PKKê Mîkaîl Ozdemîr yê bi navê Navdar tênaskirin û Berpirsê PKKê yê Qendîlê Alî Aktaş (Sînan Sor) canê xwe ji dest dane.

Di derbarê vê êrîşê de heta niha PKK ti daxûyanî nedaye.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment