Operasyona leşekerî li 4 bajarokên Diyarbekirê dawî hat
Operasyona leşekerî ya li 4 bajarokên Diyarbekirê dawî hat û 17 şikeft bi hinceta ku gerîlayên PKKê bikar tînin hatin tinekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Operasyona leşkerî ya li 4 bajarokên Diyarbekirê dawî hat û 17 şikeft bi hinceta ku gerîlayên PKKê bikar tînin hatin tinekirin.
Operasyona Arteşa Tirkiyê ya di 25ê Adarê de li bajarokên Diyarbekirê yên wekî Farqîn, Hazro, Licê û Pasûrê dijî gerîlayên PKKê destpêkiribû dawî hat.
Hat ragihandin, di encama operasyonê de 17 şikeft bi hinceta ko gerîlayên PKKê bikar tînin hatin tinekirin û hejmarek çek û teqemenî hatin bidestxistin.
Herwiha hêzên ewlekariyê bi ser gundan de jî girtin û 123 kes hatin lêpirsînkirin.
S. B