Serok Barzanî: Koçer Bîrkar cihê şanaziya her Kurdekî ye
Îro roja 28.03.2019 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Zanayê Kurd û xwediyê madalyaya Fields, Dr. Koçer Bîrkar kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro roja 28.03.2019 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Zanayê Kurd û xwediyê madalyaya Fields, Dr Koçer Bîrkar kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî spasî Dr. Koçer Bîrkar kir û ragihand, Koçer Bîrkar cihê şanaziya hemû take kesekî Kurd e û hêvî xwast ku mînakên wekî Dr Koçer li navê xort û lawên Kurd de zêdetir bibin. Her wiha eve jî xisterû ku destkeftên Dr. Koçer li warê zanistê da nîşana wê ye ku eger derfet ji bo lawên Kurd bê dayîn wekî xortên din ê cîhanê dikarin li warê zanist û dahênanê de serkeftinê bi dest ve bînin.
Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo hewlên vî zanayê gelê Kurdistanê ragihand li yarmetîdana asta zanistê û pêgihandina xwendekarên Kurdistanê û hêviya serkeftinê û temendirêjiyê ji bo wî xwest.
Her Di vê hevdîtinê de Dr. Koçer Bîrkar ji bilî spas kirina ji bo piştgîriyên Serok Barzanî, behsa komek proje û bîr û ramanên xwe kir ku bi niyaz e bi hevkarî li gel Zanîngeha Selahedîn ji bo yarmetîdana xwendekarên Kurdistanê pêşkêş bike.
S. B