Rûsya rola gelê Kurdistanê di rûbirûbûna teror de bilind dinirxîne
Roja Pêncşem 28.03.2019 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsolê Rûsya li Hewlêrê Oleg Levin kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Roja Pêncşem 28.03.2019 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsolê Rûsya li Hewlêrê Oleg Levin kir.
Di hevdîtinê de Konsolê Rûsya li Hewlêr silavên Wezîr û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê gihand Serok Barzanî û ji bilî tekezkirina li ser peywendiya dîrokî ya di navbera her du aliyan û rola Barzaniyê Nemir di kûrkirina peywendiya dîrokî ya di navbera gelê Kurdistan û gelê Rûsya de, pêgeha Herêma Kurdistanê ji bo welatê xwe bi girîng binav kir.
Herwiha Konsolê Rûsyayê, bal kişand li ser daxwaza Rûsya ya berferehtirkirina peywendiyên di navbera her du aliyan de bi taybetî di warê enerjî, bînasazî, xwendin û çalakiyên kultûrî.
Di beşeke din a axaftina xwe de Konsolê Rûsya li Hewlêr rola gelê Kurdistanê di rûbirûbûna teror û tundiyê de bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasî li Wezîr û Cîgirê Wezîrê Derveyê Rûsyayê kir û pêzanînên xwe ji bo helwestên Hikûmeta Rûsya ya li ser doza gelê Kurdistanê hebû. Ev jî dupat kir ku peywendiyên gelê Kurdistanê û Rûsya dîrokî ne û li Kurdistanê daxwazeke zêde ji bo pêşxistina wan peywendiyan heye. Herwiha Serok Barzanî hêviya serkeftinê jî ji bo Konsolê Rûsya di karên wî de xwast.
Di derbarê şerê terorê de Serok Barzanî ew yekê tekez kir, cihê şanaziyê ye ku yekem hengava têkşikandina heybeta DAIŞê li ser destê Pêşmergeyên Kurdistanê bûye.
Rewşa siyasî ya navçeyê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexda mijareke din a vê civînê bûn.
S. B