Elmeda, çardemîn pîşangeh a nêvdewletî ya pertûkan dê veke li Hewlêrê

Li jêr durişm a ( li gel Me mezin dibe)dezgeh a Elmeda bo mêdîya û çand û hunerê, çardemîn pêşangeh a nêvdewletî ya pertûkan dê veke li Hewlêrê.

K24- Hewlêr

Li jêr durişm a ( li gel Me mezin dibe)dezgeh a Elmeda bo mêdîya û çand û hunerê, çardemîn pêşangeh a nêvdewletî ya pertûkan dê veke li Hewlêrê.

Ew pîşangeh a bi sponserî ya mêdyayî ya Kurdistan24ye, li roj ên 3-13/4/2019 dê berdawam bibe. Ew pîşangeh li pîşangeh a nêvdewletî ya Hewlêrê, li park a Samî Ebdulrehman dibe. Ku hujmarek a gelek mezin ji dezgeh, xane yên çapemenîyê , weşanxane yên navdar ên hindûrî, herîmî, Erebî û cîhanî dê pişikdar bibin.

Her sal dezgeh a Meda bo mêdya, çand û hunerê, bi hezaran navûnîşan ên pertûkan, mezitirîn pîşangeh a pertûkan li Hewlêr a paytext a Kurdistanê diveke. Pîşangeh ên sal ên bûrî jî li jêr çavdêrî ya serok Mesûd Barzanî hatîne vekirin. Hijmarek a mezin jî ji çîn û twêj ên cuda yên civakê pişikdarîyê têde  dikin û pertûk ên dilxwaz bi dest xwe ve dihîni li wê pîşangehê.