Karvedan a hilbijartin a herêm ên Kurdan

Ber bi nêzîkbûna hilbijartina şaredariyan a 31ê Adarê li Tirkiyê û li Bakurê Kurdistanê rikeberiyeke tund li metropolan ku bi milyonan Kurd lê dijîn rû dide. Yek ji wan metropolan paytexta Tirkiyê Enqere ye. Li vî bajarî jî rikeberiya mezin di navbera namzetên tifaqa Komar Mehmet Ozhasekî û yê tifaqa Miletê Mansur Yavaş de derbas dibe. Li gor siyasetmedar û lêkolîneran ji ber ku HDP li vî bajarî namzet nîşan nedaye piranî hilbijêrên Kurd li Enqereyê piştgiriya Yavaşî dê bikin.

K24-Anqere

 Hilbijartina şaredariyan a li Tirkiyê û li Bakurê Kurdistanê ku piştî 3 rojan dê bên kirin, êdî bûye mijara sereke ya welat ku zêdetir tê axaftin. Dengên Kurdên li metropolan dijîn jî li ser encaman wek bandoreke mezin tê nirxandin. Yek ji wan bajaran jî Enqereye ku nêzî 1 milyon Kurd lê dijî. Piraniya wan jî li navçeyan dimînin. HDPya ku ji bo şaredariya mezin a Enqere namzet nîşan neda li 5 navçeyên vî bajarî Keçîoren, Haymana, Bala, Qosar û Çenqayayê namzet nîşan dan.

 Diyadîn Firatê namzetê şaredariya Keçîorenê yê HDP ragihand egera serkeftina wan piçek zehmet be jî lê di her hilbijartinan de partiya wan sal bi sal rêjeya dengê xwe zêdetir kirine ku ev jî hêviyê dide bo hilbijartinên paşerojê.

 Diyadîn Firat-Namzetê Şaredariya Keçîorenê yê HDPyê got: 550 hezar dengdêr li Keçîorenê hene. Jê 200 hezar dengên Kurdan in.) Di hilbijartina 2014an de 4 hezar deng bo partiya me hatin dayîn. Di hilbijartina giştî ya 2018an de 27 hezar deng ji HDP re hatine dayîn. Yanê em hêvî dikin piraniya dengên Kurdên li Keçîorenê dê werbigirin.

 Di hilbijartina berê de şaredariya bajarê mezin bi qasî rêjeyek ji%1 zêde ketibû destê AK Partî. Serokê Kompaniya Rapirsiyê ya Pîarê Qadir Atalay amaje kir li metropolan piranî Kurd dengê xwe bidin kîjan namzetê dê ew namzet bi ser keve. Li gor Atalay namzetê tifaqa Miletê yê CHP û Iyî Partî Mansur Yavaş li Enqereyê di pêş de ye.

 Qadir Atalay-Serokê Kompaniya Rapirsiya Pîar, dibêje: Li gor lêkolîn û çavdêriya me li Enqereyê ji%80 alîgirên HDPê wê dengê xwe bidin Mansur Yavaşê namzetê tifaqa Milletê. Bêguman karîgeriya dengên Kurdan li ser namzetên metropolan gelek mezin e. Niha bi piştgiriya alîgirên HDP jî li Enqereyê Mansur Yavaş bi rêjeyeke ji 6 zêdetirî di pêşiya hevrikê xwe yê AK Partiyê de ye.

 Li Enqereyê hejmara dengdêran ji aliyê lijneya bilind a hilbijartinê ve wek 3 milyon û 607 hezar û 785 hatiye ragihandin. Ji bo dengdayînê jî 12 hezar û 234 sindoq hatine amadekirin.