Daxwaz a rawestandin a grev a birchibunê têkirin
Baroya Diyarbekirê û Înîsîyatîfa Heq, bang li rayedarên Dewleta Tirk dikin ku rêya hevdîtinên bi Ocalan re veke. Heman sazî û rêxistin bang li çalakgerên ku di çalakiya birçîbûnê de ne jî dikin ku dawî li jiyana xwe neynin û dest ji çalakiyê berdin. Li gorî ragihandina Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin; dibe ku piştî hilbijartinan hevdîtinek bi Abdullah Ocalan re were kirin.
K24-Amed
Baroya Diyarbekirê û Înîsîyatîfa Heq, bang li rayedarên Dewleta Tirk dikin ku rêya hevdîtinên bi Ocalan re veke. Heman sazî û rêxistin bang li çalakgerên ku di çalakiya birçîbûnê de ne jî dikin ku dawî li jiyana xwe neynin û dest ji çalakiyê berdin. Li gorî ragihandina Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin; dibe ku piştî hilbijartinan hevdîtinek bi Abdullah Ocalan re were kirin.
Çalakiyên greva birçîbûnê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê didomin. 4 çalakgeran di girtîgehê de yekî jî li Elmanyayê dawî li jiyana xwe anî. Partî, sazî û rêxistinan bang li çalakgeran dikin ku dawî li jiyana xwe neynin. Baroya Diyarbekirê jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi rayedarên Hikûmeta Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anîn lê tu encam ji hevdîtinê negirtin. Hêviya Serokê Baroyê Cîhan Aydin ew e ku piştî hilbijartinên 31'ê Adarê, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gav werin avêtin û bi Ocalan re hevdîtinek were kirin.
Cîhan Aydin – Serok ê baro ya Dîyarbekrê, got:"Me ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gelek hevdîtin pêk anîn lê rayedarên Hikûmetê di pêvajoya hilbijartinê de guh nadin daxwazên me. Ez hêvîdar im ku piştî hilbijartinê ev pirsgirêk bi awayeke lezgîn were çareserkirin. Ev grev û mirin ji bo parastina mafê mirovan di qada navdewletî de ji bo Tirkiyeyê nebaş e. Em dixwazin were çareserkirin. Ger rê bidin em jî wekî Baroya Diyarbekirê dikarin biçin Îmraliyê."
Li gorî ahagiyên ku ji parêzvanên mafên mirovan hatine girtin, parlementer û girtî jî di nav de bi giştî 7 hezar kes di çalakiya birçîbûnê de ne. Însiyatîfa Heq jî saziyeke sivîl e ku ji bo çareserkirina pirgirêkên civakî hewil dide. Serokê Însiyatîfê Reha Ruhavîoglû amaje dike ku canê çalakgeran ji goşegiriyê bi qîmettir e û ji bo çareseriyê bang li dewlet û partiyên siyasî dike.
Reha Ruhavîoglu – Serok ê Însiyatatîfa Heq, got:"Em ji Dewletê re dibêjin ev daxwaza çalakîgeran daxwazeke di cih de ye; divê hûn bi cih bînin. Ew (Abdullah Ocalan) girtiyeke û mafên girtiyan hene. Em ji siyasetê re; ji HDP, DBP, KCD'ê û saziyên legal re jî dibêjin; divê ev bar ne li ser milên girgiyan be. Divê li ser milên siyasiyan be."
Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven'ê di 8'ê Mijdara 2018'an de bi daxwaza rakirina goşegiriya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di girtîgehê de dest bi çalakiya birçîbûnê kiribû. Li gorî ragihandina nûnerên sazî û rêxistinan; beriya Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî, nayê çaverêkirin ku gav werin avêtin lê piştî hilbijartinan dibe ku bi Ocalan re hevdîtinek were kirin û dawî li çalakiyên grevên birçîbûnê were.